Kurdistan
Melayê Kurd ê naskirî Sêx Abdulkerîm Çevîk hat kustin
PeyamaKurd - Seydayê Kurd ê medreseya Oxîn a Norşînê Şêx Abdulkerîm Çevîk ji aliyê kesekî ku ji bo lihevkirinê navbeynkariya wan û neyarê wan kiribû ve hat kuştin.
Hat zanîn ku dema seyda ders dida telebeyên xwe, kesekî ku berê navbeynkariya wan kiribû xwestiye ligel wî tenê bimîne û piştre gule bi serê wî de teqandiye û ew kuştiye.
Li gorî zanyariyan ew kesê navê wî nehatiye belavkirin, ji lihevkirina bi neyarên xwe û navbeynkariya seyda nerazî bûye ku ev êrîş pêk aniye.
Piştî bihîstina bûyera kuştina Seyda Abdulkerîm Çevîk, gelek peyamên serxweşiyê hatin belavkirin ku wekî alimekî hêja û naskirî yê deverê dihat zanîn.