Kurdistan
Mele Bextiyar: “Eger referandûm bibe, ez ê car din bêjim erê”
PeyamaKurd- Endamê Heyeta Siyasî ya Bilind ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Mele Bextiyar got; “eger car din referandûm çêbibe ez ê car din bêjim erê.”
Mele Bextiyar di civîna çapemeniyê de behsa referandûma ku di 25 ê êlûna sala 2017an de ya bo serxwebûna Kurdistanê hat kirin û behsa têkiliyên navbera PDK, YNK û Goranê kir. Mele Bextiyar got ku referandûma Kurdistanê mafê netewî yê her Kurdiye û car din referandûm bibe “em ê car din deng bidinê.”
Mele Bextiyar got: “Referandûm mafê her Kurdekî li 4 perçeyên Kurdistanê ye.” Di mijara têkiliyên navbera her sê partiyan de got ku pêşdebirina têkiliyan gelek girîng e û weha got:
“ Welew muxalefet hebe jî ev nayê vateya wê Herêma Kurdistanê birêve bibe û alternatîvê KDP û YNK ê ye.