Kurdistan
Meral Danis Bestas li Qarayaziyê qeza kir
PeyamaKurd – Wekîla serokê grûba HDP ê ya parlementoya Tirkiyê Meral Danış Beştaş li bajarê Erzeromê li navça Qarayaziyê bi ereba xwe qeza kir. Bi Beştaş re ajotvanê wê û yek ji rêvebirên HDP ê hebû.
Beştaş, bi bandora qezayê di otomobîlê de asê ma û tîmên îtfaiyê wan ji otomobîlê derxistin. Bi ambûlansê wan birin nexweşxana dewletê ya Erzeromê. Talûkeyekî ji bo jiyana wan tine.