TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mêrdîn | Ahmet Turk bi ferqeke mezin dîsa bû saredar

📅 01 nîsan 2019 03:10

PeyamaKurd - Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li bajarê Mêrdînê namzedê HDPê Ahmet Turk bi serket û Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê qezenc kir.

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li Mêrdînê namzedên Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê HDPê Ahmet Turk û  Figen Altindag %54.83yên dengan wergirtin û qezenc kirin. Reqîbê wî namzedê AKPê Mehmet Vecdi Kahraman jî % 38.90 deng stend.

Ahmet Turk di sala 2014an wekî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê digel Februniye Akyol hatibû û 16ê Mijdara 2016an jî bi biryara hikûmeta Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî parêzgarê Mêrdînê wekî qeyûm hatibû tayînkirin.

Parve bike: