TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mêrdîn | Bi çekan êrîsî otomobîla welatiyên Herêma Kurdistanê kirin: 3 kesan can dan

Admin L
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2023 13:29

PeyamaKurd – Li bajarê Merdînê yê Bakurê Kurdistanê bi çekan êrîşî otomobîla welatiyên Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 3 kesan can dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, derengê şevê li ser rêya bajarokên Artukluyê û Nisêbînê yê bajarê Mêrdînê, li nêzikî devera Yenîkoyê êrîşeka çekdarî li dijî otomobîleke Duhokê hat kirin.

Hat ragihandin ku di encamê de 3 kesan can dane û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya Nisêbînê.

Zanyarî eşkere dikin, qurbaniyên êrîşê, ji malbateke Kurd a ji parêzgeha Duhokê ne û bi otomobîla xwe çûne Bakurê Kurdistanê.

Herwiha heta niha sedema êrîşê nayê zanîn û di derbarê mijarê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Parve bike: