Kurdistan
Merkel bo Erdogan: Derhal êrîsê bidawî bîne!..
PeyamaKurd – Serokwezîra Almanya Angela Merkel di pêwendiyeke telefonî ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, banga derhal bidawîbûna operasyon û êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kir.
Berdevkiya hikûmeta Almanya li ser naveroka pêwendiya telefonî ragihand, Merkelê bal kişandiye ser ku dê operasyon bibe sedema koçberiya xelkê deverê û tevî bixwere anîna nearamiyê wê bihêle ku DAIŞ jî ji nû ve bihêz bibe.
Merkelê herwiha ji Erdogan xwestiye, derhal operasyonê bidawî werîne.