TR KU SO
FB X
Kurdistan

Merkel: Hebûna îradeya hevdîtinan bi Îranê re gaveke pir mezin e

Admin H
Nivîskar
📅 27 tebax 2019 01:16

PeyamaKurd – Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, li ser hevdîtinên welatên Ewropayê ji bo jiholêrakirina krîza Peymana Nukleerî bi Îran û Amerîkayê re daxuyanî dan û got ku ew alîgirê çareseriyeke siyasî ne, lê dizanin ku ew proseyeke dirêj û zîz e.

Dema Lutkeya G7an li bajarê Biarritz ê Fransayê nûnerên Îranê bi welatên Ewropî re çend hevdîtin pêk anîbûn.

Merkelê li ser wan hevdîtinên bo rakirina krîza Îranê got, “Hebûna îradeya bo hevdîtinan gaveke gelekî mezin e” û da zanîn ku hîn nediyar e encamek ji wan hevdîtinan derdikeve yan na.

Merkelê herwiha diyar kir ku hevdîtinên bi Îranê re bi kordîneya Amerîkayê hatine kirin.

Parve bike: