Meryem Recewî: Rizgariya me di yekîtiya gelan û Kurdistanê de ye
PeyamaKurd- Piştî despêkirina êrîşên Îsraîl-Amerîkayê bi ser rejîma Îranê de, Seroka Hilbijartî ya Konseya Neteweyî ya Berxwedana Îranê, Meryem Recewî, di peyameke taybet de bang li hemû gelên Îranê û bi taybetî li gelê Kurd ê li Kurdistanê kir ku li dijî "faşîzma olî" bibin yek. Recewî got ku ew ‘ne şah ne melayan lê Îraneke demokratîk û giştgir’ dixwazin. Herwiha Meryem Recewî ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî otonomî xwest.
Recewî destnîşan kir ku welat di nav demên herî dijwar de derbas dibe û bang li ciwanên şoreşger û wêrek ên Kurdistanê kir ku di vê serhildanê de pêşengiyê bikin. Recewî diyar kir ku parastina zarok, kal û pîran û alîkariya hevdu di vê qonaxa krîtîk de wezîfeya herî pîroz e.
Yekîtiya li dijî dîktatoriyê û pêşeroja demokratîk
Recewî bal kişand ser wê yekê ku niha dema silovandariyê û hevgirtinê ye. Wê got ku hêza wan di nav yekîtiya gelan de ye û divê rê neyê dayîn ku bermayiyên monarşiyê û dîktatoriya dînî şoreşa demokratîk bidizin. Serokê berxwedanê anî ziman ku çareseriya bingehîn hilweşandina vê rejîmê ye û diyarkirina çarenûsa welat bi destê gel û bi taybetî bi rêya hêzên şoreşger ên li Kurdistanê û herêmên din pêkan e.
Banga parastina binesaziyê û piştgiriya gel
Di peyama xwe de Recewî bal kişand ser şerê ku ji ber bernameyên nukleerî û moşekî yên rejîmê derketiye û daxwaz kir ku hemû alî baldar bin da ku zirar negihêje xelkê sivîl û binesaziya welat. Wê bang li alîgirên berxwedanê, "Yekîneyên Berxwedanê" û ciwanên şiyar kir ku bi hawara kesên bandordar ve biçin. Recewî careke din dubare kir ku riya wan ber bi damezirandina komara demokratîk ve diçe û vegera ber bi dîktatoriyên berê ve (şah) nayê qebûlkirin.
Serweriya gel û peyama civaka navdewletî
Di beşa dawî ya peyamê de, Recewî bang li hêzên çekdar ên welatperwer kir ku çekên xwe deynin û tevlî rêzên gel bibin. Wê ji civaka navdewletî re ragihand ku tenê gelê Îranê û Kurdistanê xwedî meşrûiyet in ku paşeroja siyasî ya welatê xwe diyar bikin. Recewî bi gotina "Bijî gelê Îranê, serkeftin ji bo şoreşa demokratîk" dawî li peyama xwe anî û destnîşan kir ku Kurdistan û hemû herêmên din dê bi hev re vê dema tarî derbas bikin.