TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesela parêzgerê Kerkûkê yê Turkmen çiye!

Admin M
Nivîskar
📅 06 tebax 2026 17:06

PeyamaKurd – Dema referandûma Herêma Kurdistanê de gelek rêxistin û dezgeyên Kurdistanê, tevî YNKê ve li ser bajarê Kerkûkê ku tevî qanûnen bi fermî ne di nava axa Kurdistanê de bû jî, di rastiyê de rêvebirî di destê Kurdan de bû.

YNK soz dabû Turkmenan ku dê ji bo 2 salan parêzgeriya Kerkûkê bide Turkmenan û da jî. Çend roj berê parêzgerê Kerkûkê Muhammed Saman ji bo medya Iraqê ragihandi ku xeta dewleta Iraqê ew bû ku di sala 2003an de, xala 140ê çima xistine destûra Iraqê û di dîroka Iraqê de ev xetayekî herî stratejik ya dewletê bi nav kir.

Parêzger Saman ne tê li dijî xala 140ê lê her weha niha ne raziye ku hêzên YNKê (Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan) li Kerkûkê hebin. Her weha Saman li Şengale hêzên ku têkiliya wan bi PKKê re hene, wan terorîst bi nav kiriye.

Saman qebûl nake ku Ankara destekê dayê û bûye parêzgerê Kerkûkê lê diyare berê Bafil Talabanî soz dayê û niha Ankara li destekê digere ku car din berya serê salê bibe parêzger û desteka Ereb û Kurda dixwaze.

Parve bike: