TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî beşdarî merasima derçûna Zanîngeha Selahedînê bû

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2026 17:01

PeyamaKurd - Merasima Derçûnê ya 45an a Zanîngeha Selahedînê ku sazî û saziya herî kevnar û mezin a perwerdeya bilind li Herêma Kurdistanê ye, bi slogana "Pêkvejiyan û Aramî" û bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat lidarxistin.

Rektorê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Yûnis ragihand ku di merasima îsal de di asta lîsansê de 4 hezar û 94, di asta lîsansmazin (master û doktorayê) de jî 1 hezar û 253, bi giştî 5 hezar û 347 xwendekar derçûn û bawernameyên xwe wergirtin.

Zanîngeha Selahedînê ku di sala 1968an de hatiye avakirin, bi 17 fakulte û zêdetirî 85 beşên zanistî, endezyarî û civakî ve salane hezaran pisporan perwerde dike û tevlî civakê dike.

Parve bike: