TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: “Bi koça dawî ya sekreterê OPEC ê xemgîn bûm”

Admin M
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2022 01:48

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê rêxistina yekîtiya petrolê yê dinyayê yê OPEC ê koça dawî kir. Li ser koça sekreterê giştî yê OPEC ê Muhammed Barkîndo, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo malbat û mirovên wî peyama sersaxiyê belav kir. Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamê weha ragihand:

“ Bi koça dawî ya sekreterê giştî yê OPEC ê Muhammed Barkîndo xemgîn bûm. Bîranîn û pêwendiyên me yên dostane hebûn. Ez sersaxiyê li malbat, hevalên wî û endamên rêxistina OPEC ê dikim.”

Rêxistina OPEC ê îro ragihandibû ku sekreterê giştî yê OPEC ê Muhammed Barkîndo do li welatê Nîjeryayê koça dawiyê kiriye.

Parve bike: