Mesrûr Barzanî bi Konsulê Tirkiyê re rewşa herêmê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê kir û pê re li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê axivî û bidawîanîna şer û aloziyan û parastina aramî û aştiyê tekez kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 17ê Adarê li paytext Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinên de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê li hev guhertin û tekezî li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di warên cuda cuda de kirin.
Hate diyarkirin ku her du aliyan tekezî li ser bidawîanîna şer û aloziyan û parastina aramî û aştiyê li herêmê kir.