TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrur Barzanî bi nûnera NY re civiya: Rews li Iraqê dijwar e…

Admin H
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2020 19:33

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jenin Hennes Blackshart, îro li Hewlêrê civiyan.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî û rewşa Iraqê hatiye guftûgokirin û hatiye gotin, Iraq di rewşeke dijwar re derbas dibe û pêwîst e hemû alî hestiyariya rewşê li ber çav bigirin.

Di civînê de tekezî li wê hat kirin ku alozbûna zêdetir a rewşê ne di berjewendiya xelkê Iraqê û navçeyê de ye û pêwîst e aştî û aramî li Iraqê bên parastin.

Herwiha di hevdîtinê de, baştirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û hevahengiya zêdetir bi Neteweyên Yekbûyê re mijarên din ên hatin axaftin bûn.

Parve bike: