TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrur Barzanî bi sanda bilind a Brîtanyayê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 26 mijdar 2019 21:59

PeyamaKurd - Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî îro duşemê pêşwazî li berpirsa Rojhilata Navîn a wezareta derve ya Brîtanya kir.

Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrur Barzanî îro pêşwazî li berpirsa beşa Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqa ya wezareta derve ya Brîtanyayê Stephanie Al-Qaa kir.

Di hevdîtinê de konsûlosê giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê James Thornton jî amade bû û guftûgo derbarê guhertinên dawiyê yên Iraqê de hatin kirin.

Herwiha hat diyar kirin ku xirabûna rewşa Iraqê di berjewendiya hemwelatiyên Iraqê û navçeyê bi giştî de jî nîne.

Hat destnîşankirin ku pêwîste derfet ji serokwezîrê re bê dayîn ji bo bersiva daxwazên rewa yên xwepêşanderan û çaksaziyan bikare bicih bîne.

Şanda Brîtanyayê piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên hikûmeta herêma Kurdistanê  û bi taybetî jî yên bo wezareta Pêşmerge ragihand.

Parve bike: