TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi sanda dîasporaya Keldanî û Asûrî re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2024 11:55
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Washingtonê de, bi şandeke diasporaya Keldanî û Aşurî ya li Amerîkayê re civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de, rewşa Xirîstiyanên Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî û yên li deşta Neynewayê hatiye gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî, tekezî li pêşveçûnên çanda  pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan û azadiya Olî li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan dilgiranî û nîgeraniya xwe li ser binpêkirina mafên civakê ji aliyê Dadgeha Federalî ve anîn ziman.
 
Parve bike: