TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrur Barzanî bi sanda ji Bexdayê hatibû re civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 24 mijdar 2019 17:06

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, bi şanda hikumeta Herêma Kurdistanê ya ku doh ji Bexdayê hatibû re civiyan.

Şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê doh 23yê Mijdarê serdana Bexdayê kiribû û Wezîrê Darayê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  Awat Şêx Cengî, Wezîrê Danûstandinên Bexdayê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Ûmêd Sebah û Sektreterê Civata Wezîran Dr. Amanc Rehîm pêk hatibû.

Li gorî zanyariyan, şanda Kurdistanê di civînên ligel Bexdayê de li ser pişka budçeyê ya Herêma Kurdistanê ya sala 2020an û mijarên aborî û neftê danûstandin kirine.

Tê çaverêkirin ku piştî civîna îro ya Serokwezîr Barzanî ligel şanda Bexdayê civîneke rojnamevanî were lidarxistin.

Parve bike: