Mesrûr Barzanî bi serokwezîrê Polonyayê re bi telefonê axifî
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê bi serokwezîrê Polonyayê bi Mateusz Morawiecki re axifî. Di axaftina xwe behsa rewşa multeciyan ya li ser sînorê Belarus-Polonyayê kirin û Barzanî ragihand ku ew ji rewşa koçberên ji Herêma Kurdistanê çûne endîşe dike û di nav wan de zarok jî hene ku şertên jiyana wan nexweşe. Barzanî got ku ji bo başkirina rewşa koçberan Herêma Kurdistanê ji bo wan her amadekariyê kirine û weha got:
“ Mixabin ew koçber bûn qurbana kesên karê qaçax dikin û bûn qurbana arîşeyên navbera YA yê û Belarûsê. Kurdistan niha cîh û warê yek mîlyon koçberaye û di hûzûrê de dijîn.”
Di axaftinê de, li ser rêya çareseriyê rawestiyan û bûn hemfikir ku koçber bûne qurbana sûcekî rêxistinî. Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki behsa tedbîrên hukumeta Kurdistanê ya li hemberê karê qaçax dikin, bilind nirxand û got ku ew raziye hukumeta Kuırdistanê li ser sînoran û li balafirgehan tedbîrên baş distînin. Her dû alî li serê lihev kirin ku kesên bixwazin dagerin welatê xwe, divê hukumeta Iraqê û hevkarên wan ji wan re hêsantiyê çêbikin.
Serokwezîr ji bo berlêgiritina karên qaçax razîbûna xwe ji bo avakirina heyeta teknîkî ragihand û got ji bo tîmên Xaça Sor yên navdewletî karibin xwe bigihînin koçberan Polonya-Belarûs-YA yê îznê bide wan, ji ber wezîfa ji egerên navdewletiye.
Her dû serokwezîr di axaftinê de bûn hemfikir ku danûsitendina navbera her du aliyan dewam bike.