Kurdistan
Mesrûr Barzanî bi welatiyên devera Badînanê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî îro duşemê 26ê Cotmehê li bajarê Duhokê bi hejmareke zêde ya kesayetî û nûnerên dîn û kesayêtên cuda yên devera Badînanê re civiya.
Di civînê de Serokwezîr bal kişand ser dîroka xebat û qurbanîdana xelkê devera Badînanê di bizava rizgariya neteweyî de û tekez kir ku xizmetkirina hemû herêman bêyî cudahî erka bingehîn a hikûmetê ye.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aborî, geştuguzarî û çandiniyê ya herêmê û anî ziman ku di çarçoveya plana pîşesazî û pirrengkirina aboriyê de, taybet dane kerta çandiniyê daku berhemên cotkarên navxweyî pêş bixin û bazarên nû ji wan re peyda bikin.
Piştî axaftinê, Serokwezîr bersiva pirs û pêşniyarên beşdaran da.