Kurdistan
Mesrûr Barzanî bo sersala nû ya koçî peyamek pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê, bo sersala nû ya koçî pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir, ‘‘Bi boneya hatina serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû ya koçî, sala xêr û xweşiyê û aramiyê û bidawîhatina qeyranan û nehemetiyan li Kurdistan û cîhanê be.’’
Di berdewamiya peyamê de got, ‘‘Bîranîna gewre ya koçkirina Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (silavên xwedê lê be) li tevahiya Misilmanan pîroz be.’’