TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrur Barzanî civîna bilezkirina pêngavên çaksaziyê li dar xist

Admin H
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2020 18:05

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi riya vîdyokonferansê seroktiya civîna Komîteya Bilind a Bicihkirina Yasaya Çaksaziyê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek wezîrên pêwendîdar beşdar bûn, guftûgo di derbarê pêngavên bicihkirina yasaya çaksaziyê û reşnivîsa hejmarek peyrewên taybet bi çaksaziyê de hatin kirin.

Piştî guftûgokirina li ser reşnivîsê, çend peyrewên navxwe ji bo asankarîkirina bicihkirina yasaya çaksaziyê hatin amade kirin. Têbînî û serincên pêwîst ji aliyê beşdarbûyan ve hatin pêşkêşkirin. Piştre biryar hat dayîn, di civîna dahatî ya Encûmena Wezîran de bêne pesendkirin.

 

Parve bike: