Mesrûr Barzanî: Divê mafên Pêşmerge di budçeya Iraqê de cî bigire
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Wezareta Darayî û Şanda Danûstandinê raspard ku di çarçoveya amadekirina reşnivîsa budceya giştî ya Iraqê ya sala 2027an de, maf, mûçe û şayisteyên darayî yên Hêzên Pêşmerge bi awayekî fermî di nava "xerciyên serwerî" de cîgîr bikin.
Li gorî biryara fermî ya Encûmena Wezîran a bi dîroka 6ê Cotmeha 2026an, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê mafên Pêşmerge bi heman pîvanên hevtayên wan ên di hikûmeta federal de bên dabînkirin.
Di çarçoveya vê fermanê de hatiye destnîşankirin ku mijarên mûçe, dermafe, perwerde, proje û çekdarkirina Hêzên Pêşmerge di nava vê daxwazê de ne.
Ji bo pêkanîna vê armancê, Serokwezîr daxwaz kir ku hevahengiyeke temam ligel fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê bê çêkirin da ku li Bexdayê bi yekhelwestî berevanî li mafên rewa yên Pêşmerge bê kirin.