TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Em amade ne bi vîneke xurtir rûbirûyî dijmin û terorîstan bibin

Admin H
Nivîskar
📅 16 sibat 2021 18:31

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyameke xwe de, li ser êrîşa tirsonekî ya Hewlêrê ragihand, ew amade ne bi awayekî bihêztir bi dijminan û terorîstan re rûbirûyî hev bibin.

Serokwezîr Barzanî, di peyema xwe ya ser medya civakî de li ser êrîşa ser Hewlêrê ya şeva borî bal kişand ser dijminên nehezên Herêma Kurdistanê û wiha got:

"Her çiqas neyar û terorîst, hewla azardana gelê me bidin û bi kiryarên xwe yên tirsnak mijûlî têkdana aramîya Herêma Kurdistanê bin û bixwazin astengan li ber rêya me ya serkeftin û pêşketinê çêbikin, em amade ne bi vîneke xurtir rûbirûyî wan bibin û ji rêya ber bi serkeftinê ranawestin."

Parve bike: