Mesrûr Barzanî: Em û YNK ji bo beşdariya civînên ser bingeha destûrê amade ne
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: hem wan û hem jî YNKê amadebûna xwe ji bo beşdarbûna di civîna aliyan de nîşan daye û dê li ser bingeha destûrê berevaniyê li mafên gelê xwe bikin.
Mesrûr Barzanî, bang li aliyên siyasî kir ku ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê li ser yekrêziyê berdewam bin.
Derbarê derfeta gotûbêjê û civîna aliyan de, Mesrûr Barzanî got: "Bêguman em kêfxweş in ku li her cihekî derfeta gotûbêjê hebe em ê beşdar bibin. Wisa dizanim ev vexwendname arasteyî hemû aliyên pêwendîdar ên vê mijarê hatiye kirin, lewma hem me û hem jî YNKê amadebûna xwe nîşan daye ku em beşdarî vê civînê bibin." Serokwezîr hêvî kir ku bigihîjin encameke baş ku di berjewendiya hemû welêt de be û li gorî bingeh û xalên destûrî berevaniyê li mafên gelê xwe bikin.
Di bersiva pirseke li ser şîrove û ravekirina Dadgeha Federal de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, ew vê mijarê ji aliyê fermî re dihêlin da ku paşê ji aliyê yasayî ve bersiva xwe amade bikin û tekez kir ku bêguman li hemberî wê şîroveya ku hatiye kirin, bersiveke yasayî heye.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser rola ciwanan a di lûtke û xwepêşandanê de û got: "Bûyerên van du-sê rojan û beşdariya ciwanan a di wan de, nîşaneyeke gelekî zelal e li ser wê rolê ku ciwan dikarin bilîzin."
Her wiha got: "Di wê xwepêşandana ku bi rêya ciwanan ve hat kirin de, ciwanên me helwesta xwe ya zelal nîşanî hemû cîhanê û Hikûmeta Federal a li Iraqê da ku em aştî û avedaniyê dixwazin û ciwanên me bi awayekî aştiyane daxwaza mafên xwe, avedaniyê, pêkvejiyana aştiyane û dabînkirina mafên xwe yên destûrî dikin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hemû wan welatiyan jî kir ku tevî westandinê beşdarî xwepêşandanê bûne û ragihand, Herêma Kurdistanê ya hemû çîn, pêkhate û temenan e; çi ciwan û çi pîr, çi astengdar û çi jî tendurist bin, çarenivîsa hemûyan bi hev ve girêdayî ye, ji ber ku her tiştê li vî welatî biqewime dê bandorê li ser jiyan û paşeroja her kesî bike. Her wiha zelal kir ku beşdarbûna bi hev re û derbirîna hestên welatiyan nîşana yekgirtinê ye li ser daxwazkirina mafan û rûbirûbûna her tiştê nexwestî yê ku li dijî mafên destûrî yên netewe û welêt be.
Têkildarî helwesta partiyên siyasî jî, Mesrûr Barzanî spasiya hemû wan aliyên siyasî kir ku xwedî helwesteke niştimanperwer bûne û daxwaz ji wan kir ku li ser bingeha parastina qewareya Herêma Kurdistanê, di yekrêzî û yekhelwestiyê de berdewam bin.