TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Ez bi tundî êrîsa îro ya PKKê ya ser Pêsmerge sermezar dikim

Admin L
Nivîskar
📅 05 hezîran 2021 18:02

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek li ser êrîşa hêzên Pêşmerge belav kir û da zanîn: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim û ez ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikim ku bi yekdengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir de diyar kir: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim. Ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbatên pênc şehîdan dikim û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim.”

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir: “Ez ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikim ku bi yekdengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.”

Parve bike: