TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Gelê Kurd tu carî di warê alîkarîkariyê de xemsarî nekiriye

📅 16 mijdar 2019 17:24

PeyamaKurd - Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, gelê kurd tu carî di mijara alîkarîkirina kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, xemsarî nekiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê, dîmenên alîkarîkirina penaberan li kampeka Herêma Kurdistanê belav kiriye û li ser wê jî peyamek belav kiriye û gotiye: Ez kêfxweş im ku vî miletî tu carî ji alîkarîkirina wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, xemsarî nekiriye.

— Masrour Barzani (@masrour_barzani) November 9, 2019

Mesrûr Barzanî bi haştega “#StrongerKurdistan” (Kurdistana Bihêz) spasiya wan karmend û dezgehan jî kiriye ku alîkariya kesên mihtac dikin û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zêdetir alîkariya wan kesên muhtac bikin.

 

Parve bike: