Mesrûr Barzanî “Hêzên me plana ISID ê ya Hewlêrê têkbirin”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî şebekeyekî İŞİD ê li Hewlêrê hat têkbirin, ragihand ku İŞİD hêjî dikare sînoran bi qaçaxî derbas bike û sînoran bikarbîne. Mesrûr Barzanî li ser roxandina şebeka İŞİD ê, li ser hesabê xwe yê medya civakî weha ragihand:
“Piştî operasyonekî bi çend mehan, hêzên me yên ewlehiyê dikaribûn bi awayeka serkeftî plana şebekeyekî İŞİD ê li Hewlêrê têkbibin. Plan li Sûriyê hatibû kirin. Endamên wê şebeka İŞİD ê niha desteserkirîne û lêpirsîna wan dewam dike.
Li gor dezgeya me ya îstîxbaratê; agahiyan bi dest xistiye, İŞİD vê planê li Kampa El-Holê organize kiriye. Ev sedema endîşê ye û İŞİD hêjî dikare sînoran bi qaçaxî bikarbîne.
Ez bangê li koalîsyona navdewletî û hevkarên me dikim ku vê êrîşa ser Herêma Kurdistanê ya bo ser aştî û aramiyê, bi talûkeya wê ve bigrin ber çav.
Ez temînatê didim xelkê Kurdistanê û kesên Herêma Kurdistanê ziyaret dikin, dê ew di ewlehiyê de bin. Dezgeyên asayîşê bo temamê Kurdistanê ji terorê û şiddetê biparêzin, di nav xebeta daîmî de ne.
Ez bi sedema xebata hêzên ewlehiyê, bo hewlên wan, wan pîroz dikim. Bi xwebexşiya wan, em di Rojhilata Navîn de li devereka herî bi ewle de ne.”