Mesrûr Barzanî: Ji bo avakirina hikûmeta nû peyamên girîng dan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (6ê Çiriya Pêşîn a 2026an) li Hewlêrê destpêka Pêşangeha Teknolojiyê ya HITEX 2026ê ya heftemîn vekir.
Daxuyanî da rojnamegeran, Serokwezîr Barzanî behsa mijarên siyasî, ewlehiyê û aborî kir û helwesta hikûmetê anî ziman.
Derbarê parlamentoyê de, Barzanî boykotkirina rûniştinên parlamentoyê bi tundî rexne kir û got: "Min duh li Merasîma Derçûna Zanîngeha Duhokê jî daxwaz ji hemû parlamenteran kir ku werin parlamentoyê aktîf bikin, ji ber ku ev bi rastî berpirsiyariyeke neteweyî ya kesên ku gel deng dane wan e.
Divê parlamenter jî vê berpirsiyariyê hîs bikin û li hemberî dengên ku dane wan dilsoz bin.
Niha ew xwe dûr dixin û nayên parlamentoyê aktîf nakin, ev bi rastî revînek e ji berpirsiyariyê." Barzanî bang li hemû parlamenteran kir ku êdî demê wenda nekin, werin parlamentoyê û eger gotinek wan heye li wir bibêjin, ji ber ku ji bo avakirina hikûmeta nû jî pêdiviya wan bi parlamentoyê heye.
Vekişîna hêzên koalîsyon û amadebûna Pêşmerge
Derbarê bidawîbûna mîsyona hêzên koalîsyonê li Iraqê de, Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ev pêngav di cih de ye ji ber ku mîsyona wan tenê li ser têkoşîna li dijî DAIŞê bû.
Barzanî destnîşan kir ku ev yek nayê wateya qutbûna peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, û anî ziman: "Di dema şerê DAIŞê de jî piraniya şeran ji aliyê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin meşandin û hebûna hêzên koalîsyonê zêdetir sembolîk bû.
Niha Pêşmerge û hêzên Iraqê ji bo her cûre xetereyê bi temamî amade ne, lewra ji çêbûna tu valahiyeke ewlehiyê tirsa me nîne." Her wiha Barzanî bal kişand ser pêwîstiya zêdetir a di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo rêgirtina li ber komên terorîst ku ji valahiyên ewlehiyê sûdê werbigirin.
Daxwaza pergalên parastina asmanî û antî-dronan
Di mijara pêdiviyên leşkerî de, Serokwezîr Barzanî tekez kir ku yek ji mijarên herî girîng ji bo wan bidestxistina pergalên parastina asmanî û antî-dronan e.
Barzanî di axaftina xwe de got: "Me ji dostên xwe xwest ku pergalên parastina esmanî ji me re peyda bikin." Barzanî da xuyakirin ku ji bo bidestxistina vê sîstemê ew bi hikûmeta federal û dostên xwe re di diyalogê de ne, û eger ew vê bistînin, dê ti xetere nemîne.
Barzanî her wiha ewlehiya Herêma Kurdistanê bi bîr xist û da xuyakirin ku ti metirsiyeke ewlehiyê li ser Herêma Kurdistanê nîne û pêşerojeke geştir û biîstiqrartir li benda gelê wan e.
Peywendiyên bi Bexdayê û mafên aborî
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û destnîşan kir ku ev peywendî di asta baş de ne û bi saya vê rewşa baş, pirsgirêkên kevn ber bi çareseriyê ve diçin.
Derbarê pirsa mûçe û bûdçeyê de jî, Barzanî anî ziman ku ew di nava diyalogeke berdewam de ne da ku li gorî destûrê hemû mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin