TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Pêşmergeyê dêrîn Sebriyê Nêrweyî sersaxî xwest

Admin İ
Edîtor
📅 26 adar 2026 14:55

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir, Sebriyê Hefzilahê Nêrweyî, peyameke sersaxiyê belav kir.

“Hevparê xema malbatê me”

Serokê Hikûmetê di peyama xwe de ya ku îro (26ê Adara 2026an) hate belavkirin, sersaxiya xwe ya ji dil gihand malbata Nêrweyî.

Mesrûr Barzanî di peyamê de wiha got:

Ji bo koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir, Sebriyê Hefzilahê Nêrweyî, ez sersaxiyê li malbata wan a birêz dikim û xwe wekî hevparê xema wan dibînim.”

Di berdewamiya peyama xwe de, Mesrûr Barzanî ji bo Xwedê jê razî Sebriyê Nêrweyî daxwaza rehmetê kir û wiha pê de çû:

Xwedayê mezin canê wî bi bihiştê şad bike û sebir û hedarê bide malbat, kesûkar, dost û hevalên wî.”

Sebrî Hefzilahê Nêrweyî, wekî yek ji têkoşerên dîroka şoreşên Kurdistanê dihat naskirin ku temenê xwe di rêya azadiya welat de derbas kiribû.

Parve bike: