Kurdistan
Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya Geliyê Zaxoyê danî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 25ê Cotmehê, kevirê bingehîn ê projeya geştiyariyê ya Geliyê Zaxoyê danî. Ev projeya stratejîk ku li ser rûberekî 2 hezar û 620 donim erd tê çêkirin, bi budceya 120 milyon dolarî tê avakirin û tê çaverêkirin ku di dema 7 salan de tevahiya qonaxên wê bên temamkirin.
Projeya Geliyê Zaxoyê dê gelek beşên nûjen û geştiyariyê di nava xwe de bihewîne; di nav de hoteleke 5 stêrkî, xeta teleferîkê, xwaringeh, qadên werzişê, bexçeyê ajalan û rûbarekî destçêkirî hene.
Hikûmet ragihand ku ev projeya mezin dê di warê aborî de bibe wesîleya afirandina 400 derfetên kar ên rasterast ji bo ciwanan, rêjeya bêkariyê kêm bike û pêgeha geştiyariyê ya herêmê bi awayekî berbiçav xurt bike.