Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya "Movenpick Gomespan Resort" danî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (17ê Mijdara 2026an), kevirê bingehîn ê projeya geştyarî û mêvandariyê ya navdewletî "Movenpick Gomespan Resort" li bakurê rojhilatê Hewlêrê danî.
Ev projeya pêncstêrkî ku li ser peravên Gola Gomespanê ji aliyê kompanyaya "Alcove"ê ve û di bin çavdêriya koma cîhanî ya "Accor"ê de tê avakirin, yekem şaxa branda navdar a Swîsrî Movenpick e li Herêma Kurdistanê.
Proje ji 140 odeyan pêk tê û dîzayna wê ji aliyê kompanyaya "P&T Group" ve bi îlhama mîramiya neoklasîk a Îtalyayê hatiye amadekirin.
Rîzorta geştyarî ya Gomespanê van xizmetguzariyên sereke dihewîne:
Xwaringeh, holên bêhnvedanê û kafeya taybet bi dema avabûna rojê.
Navenda tenduristiyê (Spa), hola werzîşê, melevangehên vekirî û girtî.
Klûba taybet bi zarok û ciwanan û cihên bazarkirinê.
Rûberê 1,800 metre çargoşe taybet bi bûyer, şahiyên hevjîniyê û civînên bazirganî.
Ev gav piştî vekirina Bendava Gomespanê (Cotmeha 2024) û rêya dusalî ya Hewlêr - Gomespan (Sibata 2026) tê avêtin, ku dê herêmê bike yek ji mezintirîn navendên geştyariyê li parêzgeha Hewlêrê.