Kurdistan
Mesrûr Barzanî: Li Bexdayê berevaniya berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê bikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê pîrozbahî li namzedên serkeftî kir û ji wan daxwaz kir, li Bexdayê berevaniya berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û diyar kir: “Ez pîrozbahî li parlamenterên nû dikim ji bo kampanyaya ku gelek baş birêve birin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Proseya demokrasiya me, ji ber xizmeta we bihêz e. Ez li bendê me ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê em bi hev re kar bikin, ez ji we daxwaz dikim ku dema hûn diçin Bexdayê, berevaniya berjewendiyên me yên netewî bikin.”