TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî pargîdaniya "Zom" pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 11 mijdar 2026 14:11

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belav kir û pîrozbahî li rêveber û karkerên pargîdaniya "Zom" a hilberîna şîr û berhemên şîrî kir ku li Fransayê xelata navdewletî ya "2026 Consumer GRANDS PRIX" bi dest xistiye.

Mesrûr Barzanî ev serkeftin wekî "sebebê şanaziyê yê neteweyî" bi nav kir.

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser rola girîng a pargîdaniya Zomê di pêşxistina sektora hilberîna navxweyî, afirandina derfetên kar, piştgirîkirina pêşketina gundan û nasandina kalîteya berhemên Kurdistanê li ser asta navdewletî de.

Barzanî tekez kir ku hikûmet dê piştgiriya xwe ya ji bo projeyên neteweyî berdewam bike. Kargeha Zomê ku bingeha wê di sala 2020an de li gundê Jacukê yê ser bi navçeya Mergasorê hatibû avêtin û di gulana 2023an de hatibû vekirin, şîrê hezaran gundiyan dikre û berhemên organîk ên wekî mast, penêr, şîr û qeymakê hildiberîne.

Parve bike: