TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî pêswaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê kir

Admin İ
Edîtor
📅 17 sibat 2025 16:56

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Duşemê, (17.02.2025) Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Mecîd Text Revançî kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê û bipêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina peywendiyên dualî bi taybetî di warê aborî de û zêdekirina danûstandinên bazirganî yên li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir.

Parve bike: