Mesrûr Barzanî: Pêwîst e xeta û astengên berê dubare nebin
PeyamaKurd - Di hevdîtina îro Şemiyê ya Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî de, hat diyarkirin ku divê hemû pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê li gorî destûra Iraqê bên çareserkirin.
Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de got, “Pêwîst e astengên kevn derbas bibin û çareser bibin, daku careke din rê li pêş dubarebûna wan xetayan were girtin. Lewra tenê bi wî awayî dikarin gavan ber bi dahatûyeke geş û pêşkeftinê bavêjin.”
Di civînê de Helbûsî kandîdbûna serokwezîriyê ya Mesrûr Barzanî pîroz kir û hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re xwest û diyar kir, ew amade ne zêdetir hevkariyê bikin.
Hat zanîn ku di civînê de, ji xeynî babetên siyasî yên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser pirsa budceyê û dabînkirina beşa budceya herêma Kurdistanê bi awayekî adilane û li gor madeya 140ê guftûgokirina wan pirsgirêkan hat axaftin.