Kurdistan
Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo koça dawî ya Serokê Tevgera Paşayetî ya Destûrî Şerîf Elî bin Husên, peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Ji ber koça dawî ya kesayetê siyasî yê niştimanperwer ê Iraqî û Serokê Tevgera Paşayetî ya Destûrî Şerîf Elî bin Husên, ez sersaxiyê li malbata birêz dikim û hevbeşê xemgîniya wan im.
Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide hemûyan.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê