Kurdistan
Mesrûr Barzanî pîrozbahî Andy Burnham kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya destbikarbûna wî wekî Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê, peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Andy Burnham kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de hêviya serkeftinê di erka nû de ji bo serokwezîrê Brîtanî xwest û bal kişand ser qonaxa nû ya desthilatê ya li Londonê piştî guherînên siyasî yên dawî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi her awayî amade ye ji bo bihêzkirin û pêşxistina hevbeşî û pêwendiyên dîrokî yên ku di navbera Hewlêr û Londonê de hene.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer karvekêşana xwe da, Andy Burnham ji Qral Charles erka avakirina hikûmetê wergirt û bû Serokwezîrê Brîtanyayê yê 7an di nav deh salên dawî de.