Kurdistan
Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li serkomarê nû yê Îranê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku pîrozbahiyê li serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî kiriye. Barzanî ragihandina xwe di ser Twitterê de kir.
Mesrûr Barzanî ragihand ku di pîrozbahiyê de bo Reîsî gotiye ku hukumeta Herêma Kurdistanê bende ye bi Tehranê re li ser berjewendiyên her dû aliyan kar bike û dê ew jî bibe alîkar bo aştî û aramiya herêmê.