TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî piştî serdana Bexdayê bi Barrack re axivî

Admin H
Nivîskar
📅 10 mijdar 2026 09:30

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku piştî serdana xwe ya fermî ya bo Bexdayê, bi rêya telefonê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê Tom Barrack re axiviye û di pêwendiyê de geşedanên herêmî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew û Tom Barrack li ser girîngiya bihêzbûn û hevgirtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên li gel hikûmeta federal li ser bingeha destûrê hevnêrîn bûne.

Barzanî her wiha da xuyakirin ku her du aliyan pêşwazî li pêşketina danûstandinên ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên li ser Qanûna Budceya Federal kiriye û hêvî xwestine ku di zûtirîn dem de rêkeftina petrol û gazê bigihêje encamê.

Li aliyê din, Parlamenterê Iraqê Sîpan Şêrwanî ragihand ku serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê "tijî destkeft" bûye û di yek serdanê de çendîn pirsgirêkên kombûyî hatine çareserkirin.

Şêrwanî destnîşan kir ku tevî nîgeraneyên li ser reşnivîsa budceyê, Serokwezîr bi awayekî serketî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li Bexdayê garantî kirine.

Parve bike: