TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî rêkeftina navbera DYA û Îranê silav kir

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2026 14:26

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî, dilxweşiya xwe li beramber îmzekirina peymana aşitiyê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de diyar kir.

Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo vê gava dîplomatîk nîşan da û pîrozkirina xwe bi vî rengî parve kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe ya kurt de hêviya xwe ya ji bo paşeroja hereme anî zimên û got: "Ez xêrhatin û pêşwaziyê li îmzekirina rêkeftina di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de dikim. Ez hêvîdar im ku ev gava han bibe destpêka qonax û rûpeleke nû ji bo xurtkirina aştî û aramiya li seranserî herêmê."

Parve bike: