TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî Rojîya Cejna Êzî pîroz kir û tekezî li asayîkirina rewsa Singalê kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2021 00:16

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi minasebeta hatina cejna Rojiya Êzî, pîrozbahî li tevahiya xwişk û birayên Êzidî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Cejna Rojiya Êzî, li tevahiya xwişk û birayên Êzidî pîroz dikim. Hêvîdar im cejnê di keşeke pir xweşî û şadî de derbas bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser xizmetkirina hemû tex û çînên civakî û zexmkirina kultura pêkvejiyana olî û netewî li Herêma Kurdistanê dubare dike.

Mesrûr Barzanî di peyamê de ragihand: “Bi vê helkeftê, em careke din pêdagiriyê li ser asayîkirina rewşa Şingalê û derdora wê dikin, bi riya bicihanîna rêkeftina Şingalê û derçûna hêzên çekdar ên neyasayî ji deverê, da ku xwişk û birayên Êzidî yên koçber bikarin bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe û deverên wan bêne avadankirin.”

Parve bike: