TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Roleke wî ya diyar di pêsvebirina awaz û muzîka Kurdî de hebû

Admin L
Nivîskar
📅 03 mijdar 2022 14:02

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê sersaxî ji ber koça dawî ya Mamoste Bakûrî li malbata hunermendê rehmetî û hunermendên Kurdistanê kir.

Di peyama xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Mamoste Bakûrî bihîst.”

Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Roleke wî ya diyar di pêşvebirina awaz û muzîka Kurdî de hebû û xizmeteke mezin a hunera resen a Kurdî kiriye.”

Herî dawî destnîşan kir: “Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û hunermendên Kurdistanê dikim. Xwedayê dilovan, giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û dilniyayî bibexşîne her kesî.”

Parve bike: