TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive

Admin H
Nivîskar
📅 09 gulan 2026 08:11

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Gulanê roja Yekşemê bi serdaneke fermî digihîje Tirkiyê û ligel Erdogan jî dicive.

Li gorî zanyariyan Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de, li Koşka Dolmabahçe ya Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Derve Hakan Fîdan û hejmarek berpirsên din ên payebilind re dicive.

Hate zanîn ku wê di civînan de, ji bilî gotûbêjkirina li ser pêşxistina peywendiyên dualî, guhertin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê bên nirxandin.

Parve bike: