TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî sersaxî da Wezîrê Çavkaniyên Sirûstî Kemal Etrûsî

Admin H
Nivîskar
📅 05 gulan 2022 20:53

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber wefata birayê wî Şêx Cemal Etrûşî, bi pêwendiyeke telefonî sersaxî da Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî.

Hat ragihandin ku îro 5ê Gulanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi pêwendiyeke telefonî sersaxî û hevxemiya xwe gihand Kemal Etrûşî û hêvî xwest, Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihuştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.

Kemal Etrûşî jî spasî û pêzanîna xwe û malbata xwe ji bo pêwendîya telefonî û serxweşiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî anî ziman.

Parve bike: