Kurdistan
Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba rewşa Sûriyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê li paytext Hewlêrê, pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed ya Sûriyeyê Ehmed Cerba kir.
Piştî hevdîtinê hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di hevdîtinê de her du aliyan derbarê geşedanên dawî û guhertinên li Sûriye û herêmê bi giştî de bîr û nêrînên xwe parve kirin.