Mesrûr Barzanî û Erdogan li Dubaîyê hevdîtinek pêk anîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdiastanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 13ê Sibatê li Dubaîyê hevdîtinek pêk anîn.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdariya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a Dubaîyê li Îmaratê ye, bi Serokomarê Tirkiyê re civiya.
Li gorî çavkaniyên hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de danûstandin li ser geşedanên herêmî, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hin mijarên dualî hatiye kirin.
Mesrûr Barzanî îro li Dubaîyê bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt re jî civiyabû û piştî hevdîtinê Ebulxeyt ji rojnamevanan re got: “Min bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re behsa pêwendiyên me yên herêmî kir, ji wan jî pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên herêmê re. Herwiha me behsa rewşa Rojhilata Navîn jî kir”.