TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Falih Feyad li ser mafên darayî yên Herêmê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 21 mijdar 2026 18:21

PeyamaKurd -

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyad kir û her du aliyan guhertin û geşedanên dawî yên li Iraqê û herêmê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de girîngiya çareserkirina pirsgirêkên hilawestî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat axaftin.

Barzanî û Feyad li hev kir ku divê hemû dosye li ser bingehê destûrê, rêzgirtina li statuya federal a Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û şayisteyên darayî yên Herêmê bi awayekî dadperwerane bên çareserkirin.

Parve bike: