TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û heyeta Amerîka hevdîtin kirin

Admin M
Nivîskar
📅 16 hezîran 2019 02:52

PeyamaKurd- Serokê Konseya Ewlekariya Kurdistanê û wezîfedarê avakirina hukumeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, balyozê Amerîkayê yê li Bexda Matthew Tueller û heyeta pêre qebûl kir.

Di nava heyetê de balyozê Amerîkayê yê Hewlêrê Steven Fagin jî amade bû. Her dû alî li ser tekiliyên herêma Kuırdistanê û Amerîka û pêşdeçûnên dawiyê yên li herêmê axifîn.

Mesrûr Barzanî bo Matthew Tueller di wezîfeya wî ya nûh de serkeftinê xwest û ragihand ku herêma Kurdistanê daîma berjewendiyên hevpar, aramî, îstîqrar û pêkvejiyana gelan bo wan esase û rêyên aştiyane û çareseriya pirsgirêkan di rêya aştiyê de armanca wan e.

Barzanî behsa pêvajoya avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê jî kir û got ku ew dest bi xebata hukumeta nû kiriye û dixwaze di wextê de hukumeta nû bi bernameya wê ve pêşkêşî parlementoyê bike.

Balyozê Amerîkayê Tueller, Mesrûr Barzanî pîroz kir û di serokwezîrtiya nû de bo wî serkeftinê xwest. Balyoz ragihand ku ew amade ne di her sehayê de bi herêma Kurdistanê re têkiliyên xwe bipêşbixin.

Parve bike: