Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo nîqaşkirina pêşketinên herêmî, di nav de pêvajoya aştiyê, bi Balyozê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê, Tommaso Sansone re civiya.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026an) pêşwaziya Balyozê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê, Tommaso Sansone kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Giştî yê Îtalyayê behsa serdana Serok Barzanî ya Romayê di Çileya 2026an de û têkiliyên dîrokî yên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de kir, û xwesteka welatê xwe ya ji bo kûrkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de anî ziman.
Rewşa siyasî ya herêmê, pêşketinên ewlehiyê yên dawî û têkiliyên di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin nîqaşkirin.
Mijarên din ên nîqaşê rewşa Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bûn.