Mesûr Barzanî: PDK û Serok Barzanî garantîya Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna Serok Barzanî û damezrandina PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî got: "PDK û Serok Barzanî hêvî, cihê baweriya xelkê Kurdistanê û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ne."
Peyama Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Bi helkefta 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna rêber û serkirdeyê me yê neteweyî û bavê min ê xweşevî cenabê Serok Barzanî û salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ez germtirîn pîrozbahiyan li cenabê Serok, binemal û kesûkarên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên mêrxas û qehreman ên Kurdistanê, endam, alîgir û dostên Partiya Demokrat a Kurdistanê û hemî Kurdistaniyan dikim.
Bîranîna damezrandina kevntirîn, mezintirîn û bihêztirîn partiya Kurdistanê li ser destê rêberê dîrokî û bavê ruhî yê gelê me Mistefa Barzanî yê nemir, yek ji geştirîn roj û bîranînên dîroka gelê me ye.
Partiya Demokrat a Kurdistanê, di bin sîber û rêberiya Serok Mesûd Barzanî de, berdewamkera rêbaza pîroz a Barzanî yê nemir e û li ser tomarkirina dastan û destkeftiyên mezin û dîrokî berdewam e, ku cihê serbilindiya her Kurdistanîyekê dilsoz e.
PDK û Serok Barzanî hêvî û cihê baweriya xelkê Kurdistanê û garantiya parastin û pêşxistina ewlehî û aramiya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de ne û endaziyarên vejandin, avakirina û pêşkeftina Kurdistanê ne.
Di salvegera 16ê Tebaxê de, em bi rûmet, rêz û hurmeteka zêde bîranîna damezrînerê PDKê Barzaniyê nemir û Kek Îdrîsê herdem libîr û serkirde û tevahiya xebatkar û şehîdên Kurdistanê dikin.
Herdem birûmet be bîranîna 16ê Tebaxê.
Mesrûr Barzanî
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê
16/8/2026