Kurdistan
Metorolojî hisyariya firtûnê da Erzerom û Ezirganê
PeyamaKurd – Rêxistina kêşûhewayê ya Tirkiyê bo du bajarên Kurdistanê hişyariya firtûnê da. Li Erzeromê û Ezirganê di sietê de leza firtûnê dê li dora 60-70 km yan çêbibe. Li gor ragihandina metorolojiyê ya beşa 12 em; wê roja yekşemê ji serê sibê û di şûn de ba bibe firtûne.
Bandora firtûnê wê yekşemê ber destê êvarê wenda bibe û bo tedbîran divê hemwelatiyên li her dû bajaran haya xwe li qelibandina dar û dîrekan, sacên ser banan, jehrbûna karbonmonoksîtê û trafîkê bike.